Tirkiyê li Efrînê komelgehên niştecîbûnê bo malbatên çekdaran ava dike
Tirkiyê li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê di avakirina cihên niştecîbûnê de ji kesên hawirde re berdewam e.
Çavkaniyên xwecihî ji Efrînê ragihandine ku Artêşa Tirkiyê bi awayekî bilez cihên niştecîbûnê li bajarê Efrînê bo kesên koçber û hawirdekirî ava dike û niha komelgeyeke nû ya niştecîbûnê li ser rêya Şera - Camo li nahiya Şera ya Efrînê ava dike.
Li gor heman çavkaniyan, cihê nû ji 400 malan pêk tê û bi tevahî ji aliyê “Komeleya Jiyan bi Rûmet” ku bi awayekî çalak li Efrînê kar dike tê sazkirin.
Komeleya Jiyan bi Rûmet ya Felestînî gelek proseya niştecîkirina xelkê biyanî li bakurê Sûriyê bi taybetî li Efrînê encam dane û bi hevbeşî li gel komeleye din ya bi navê Destên Spî kar dike.
Herweha Komeleya Jiyan bi Rûmet hevbeşî li gel rêkxistin û saziyên Tirkiyê jî heye ji bo avakirina cihên niştecîbûnê bo malbatên grûpên çekdar li Efrînê heye.
PARVE BIKE LI SER
SHARE ON FACEBOOK
Rudaw
