Li Colemêrgê di navbera gundiyan û VEDAŞê de alozî
Li navçeya Geverê ya ser bi parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê li ser jêkirina pîverên elektirîkê di navbera welatiyan û karbidestên kompanyaya belavkirina elektirîkê de alozî derket û di encam de 6 kes hatin destserkiirn.
Îro 18î Sibata 2022ê li gundê Şûkê yê girêdayî navçeya Geverê ya ser bi parêzgeha Colemêgê ya Bakurê Kurdistanê Komapnyaya belavkirina elektirîkê VEDAŞê pîverên elektirîkê yên welatiyan jê kirin. Xelkê gund li ser vê yekê nerazîbûn li dijî kompanyaya navborî nîşan dan û di navbera wan û karbidestên kompanyayê de nîqaş derket.
Li gor zanyariyan piştî demekê tîmên cendermeyan midaxele kirin û 6 gundî destserkirin.
Di dîmenên ku li ser medya civakî ve ji aliyê gundiyan ve hatine belavkirin diyar dibe ku hejmareke zêde ya cendermeyan didin pey gundiyan û hewil didin wan destserbikin.
Rudaw
