Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Tirkiyê geşedanên Iraqê gotûbêj kirin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu bi rêya telefonê gotûbêj kirin.
Di pêwendiya telefonî de li ser rewşa giştî ya Iraqê û pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê gotûbêj hat kirin û tekezî li pêwîstiya hemahengiya navbera herdu aliyan hat kirin ji bo seqamgîriya aştî û asayîşê li navçeyê.
Biryar bû Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu beşdarî Konferansa Asayîşê ya Munichê bibe, lê belê ji ber ku Çavuşoglu bi vîrusa Koronayê ketiye, beşdarbûna xwe betal kiriye.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di pêwendiya telefonî de hêviya silametiyê ji Mevlut Çavuşoglu re xwest.
K24
