• Wednesday, 25 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Tirkiyê geşedanên Iraqê gotûbêj kirin

Gulan Media February 19, 2022 Nûçe
Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Tirkiyê geşedanên Iraqê gotûbêj kirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu bi rêya telefonê gotûbêj kirin.

Di pêwendiya telefonî de li ser rewşa giştî ya Iraqê û pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê gotûbêj hat kirin û tekezî li pêwîstiya hemahengiya navbera herdu aliyan hat kirin ji bo seqamgîriya aştî û asayîşê li navçeyê.

Biryar bû Wezîrê Derve yê Tirkiyê  Mevlut Çavuşoglu beşdarî Konferansa Asayîşê ya Munichê bibe, lê belê ji ber ku Çavuşoglu bi vîrusa Koronayê ketiye, beşdarbûna xwe betal kiriye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di pêwendiya telefonî de hêviya silametiyê ji Mevlut Çavuşoglu re xwest.

 

 

K24

Top