• Tuesday, 24 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî ligel Wezîrê Berevanî yê Îtalyayê civiya

Gulan Media February 19, 2022 Nûçe
Mesrûr Barzanî ligel Wezîrê Berevanî yê Îtalyayê civiya

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî vê êvarê 18ê Sibata 2022yan li bajarê Munichê yê Almanyayê ligel Wezîrê Berevanî yê Îtalyayê Lorenzo Guerini civiya.

Di civînê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Lorenzo Guerini li ser rewşa giştî ya Iraqê û pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Îtalyayê gotûbêj kirin.

Herwiha di civînê de tekezî li ser girîngiya hemahengiya navbera herdu aliyan hat kirin ji bo rûbirûbûna terorê û seqamgîriya aştî û asayîşê li navçeyê.

Top