Washington: Rûsyayê Cîgirê Balyozê Amerîkayê li Moskowê der kir
Balyozxaneya Amerîkayê ya li Moskowê ragihand; desthilatdarên Rûsyayê, Cîgirê Balyozê Amerîkayê Bartla Gorman ji Moskowê der kir.
Berdevkê Balyozxaneya Amerîkayê ya li Moskowê bi daxuyaniyekê ragihand: “Rûsya Cîgirê Şanderê Dîplomasiyê yê Amerîkayê Bartla Gorman der kir, ku li Rûsyayê duyem berpirsê mezin ê Balyozxaneya Amerîkayê ye.”
Herwiha diyar kir: “Amerîka derkirina Cîgirê Balyozê xwe ji aliyê desthilatdarên Rûsyayê ve, weke pêngaveke ber bi alozkirina rewşê dibîne û em rêkarên bersivdana Moskowê gotûbêj dikin.”
Basnews
