• Wednesday, 25 February 2026
logo

Rûsyayê beşek ji hêzên xwe vekişandin

Gulan Media February 18, 2022 Nûçe
Rûsyayê beşek ji hêzên xwe vekişandin

Îro artêşa Rûsyayê hejmarek ji tankên xwe yên li nêzîkî sînorê Ukraynayê vekişand. Herwiha beşek ji wan hêzên ku şandibû nîvgirava Qirimê, vegerandin cihên wan ên berê.

Vekişîna hêzên Rûsyayê di demekê de ye ku welatên rojava bi giştî û Amerîka bi taybetî dibêjin, niyeta Rûsyayê heye ku Ukraynayê dagir bike.

Wezareta Berevanî ya Rûsyayê îro înê 18ê Sibata 2022yan bi daxuyaniyekê ragihand; trêneke serbazî ya Rûsyayê beşek ji wan çek û alavên serbazî û tank vegerandine, ku beriya niha bo deverên sînorî hatibûn şandin.

Vekişandina beşek ji hêzên Rûsyayê ji sînorê Ukraynayê piştî wê yekê hat ku îro Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock diyar kir; Rûsya vegeriyaye serdema şerê sar.

Helwesta Almanyayê beriya destpêkirina Konferansa Asayîşê ya Munichê hat, ku biryara e îro dest pê bike û mijara Ukraynayê yek ji mijarên sereke yên konferansê ye.

Di daxuyaniyê Annalena Baerbock ragihand: “Rûsya bi belavkirina hêzeke mezin a serbazî, rûbirûyî bingehên sereke yên sîstema aştiyê ya Ewropayê bûye.”

Baerbock herwiha destnîşan kir: “Koma welatên heft amade ne ji bo destpêkirina danûstandinên cidî ligel Rûsyayê ji bo çareserkirina qeyrana Ukraynayê.”

 

K24

Top