Li Silêmaniyê akademîsyenek ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin
Mamosteya Zanîngeha Komar a Silêmaniyê Meryem Yaqûb ji aliyê hevjînê xwe ve bi çeka kalaşnîkov hat kuştin. Êrîşkarê ku navê wî nehat zanîn, piştre bi guleya li xwe întîhar kir.
Rêvebirê Asayişa Silêmaniyê Serkeft Ehmed der barê bûyera duh êvarê de agahî da û got, “Li Silêmaniyê kesek bi çeka kalaşnîkovê hevjîna xwe dikuje. Paşê bi çekê xwe guleyekê li xwe jî dide. Kesê ku bi giranî birîndar bû rakirin nexweşxaneyê, lê rewşa wî giran e.”
Hat zanîn kuu êrîşkarê giran birîndar, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Serkeft Ehmed herwiha diyar kir ku cînayet li derveyê malê pêk hatiye û wiha got: “Him jin û hem jî mêr xiristiyan in. Lêkolînên derbarê bûyerê de berdewam dikin. Em sedema kuştinê nizanin. Piştî lêkolînê dê diyar bibe ku çima ev cînayet hatiye kirin.”
Meryem Yaqûb, 40 salî, mamosta û xwendekara doktorayê li zanîngeha Komarê ya Silêmaniyê bû.
Tenê di 8 rojên dawî de li Herêma Kurdistanê 4 jin hatin kuştin.
Rudaw
