• Wednesday, 25 February 2026
logo

Bi beşdariya Mesrûr Barzanî îro Konferansa Asayîşê ya Munichê dest pê dike

Gulan Media February 18, 2022 Nûçe
Bi beşdariya Mesrûr Barzanî îro Konferansa Asayîşê ya Munichê dest pê dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî serdana xwe ya Qeterê û civînên ligel rayedarên payebilind ên Qeterê, îro li Almanyayê ye û bi beşdariya 40 serokên welatên cîhanê û 100 wezîrên derve û berevanî, Konferansa Munichê birêve diçe.

Îro 58emîn Konferansa Munichê tê lidarxistin û rayedarên bilind ên welatên cuda cuda ji Ewropa û Rojhilata Navîn û Amerîkayê tê de beşdar in.

Biryar e di konferansê de Serowezîr Mesrûr Barzanî hevdîtin û civîn ligel hejmarek serok û rayedarên payebilind ên welatên Rojhilata Navîn û Ewropa û Amerîkayê bike.

Gefa terorê, rewşa asayîşa navçeyê û bihêzkirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê ligel civaka navdewletî, mijarên sereke yên civînên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ligel serok û rayedarên welatên cîhanê dibe.

Herwiha biryar e Cîgira Serokê Amerîkayê Kamala Harris û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken beşdarî Konferansa Asayîşê ya Munichê bibin.

 

K24

Top