• Wednesday, 25 February 2026
logo

Almanya: Rûsyayê ewlehiya Ewropayê xistiye metirsiyê

Gulan Media February 18, 2022 Nûçe
Almanya: Rûsyayê ewlehiya Ewropayê xistiye metirsiyê

Wezareta Derve ya Almanyayê ragihand; Rûsya bi daxwazên xwe vegeriyaye serdema şerê sar û ewlehiya Ewropayê xistiye metirsiyê.

Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock îro înê 18ê Sibata 2022yan diyar kir; Rûsya vegeriyaye serdema şerê sar.

Helwesta Almanyayê beriya destpêkirina Konferansa Asayîşê ya Munichê hat, ku biryara e îro dest pê bike û mijara Ukraynayê yek ji mijarên sereke yên konferansê ye.

Di daxuyaniyê Annalena Baerbock ragihandiye: “Rûsya bi belavkirina hêzeke mezin a serbazî, rûbirûyî bingehên sereke yên sîstema aştiyê ya Ewropayê bûye.”

Baerbock herwiha destnîşan kir: “Koma welatên heft amade ne ji bo destpêkirina danûstandinên cidî ligel Rûsyayê ji bo çareserkirina qeyrana Ukraynayê.”

 

Rudaw

Top