Kazimî Wezareta Petrolê raspard ji bo pirsa “petrol û gazê” hevahengiyê ligel Herêma Kurdistanê bike
Encûmena Asayişa Niştimanî ya Iraqê derbarê pirsa samanên petrol û gaza Herêma Kurdistanê de, Wezareta Petrol raspard ku bi hevahengî ligel Herêma Kurdistanê û li gor binemayên destûrê û berjewndiyên bilind kar bike.
Îro Encûmena Asayişa Niştimanî ya Iraqê bi serokatiya Serokwezîr Mistefa Kazimî civiya û derbarê pirsa petrol û gazê de, Wezareta Petrolê raspard ku bi hevahengî ligel Herêma Kurdistanê û li ser binemayên destûrê û berjewendiyên bilind ên niştimanî, kar li ser wê pirsê bike.
Di civînê de, Wezareta Petrolê hat raspardin ku hevahengî û pêwendiyê bi şareza û pisporên ji navxwe û derveyî Iraqê re bike, ta ku mîkanîzm û nexşerêyekê demî ji bo birêvebirina vê dosyayê bike.
Ev daxuyanî piştî wê tê, Dadgeha Federalî ya Bilind a Iraqê yasaya petrol û gaza Herêma Kurdistanê bi nedestûrî bi nav kiriye, di demekê de ku yasaya Herêma Kurdistanê ji sala 2007an ve derketiye ku li gor destûrê diviyabû di sala 2005an de yasayeke taybet li Iraqê bi vê pirsê derketiba, lê hikûmet wê demê ya Iraqê ev pirs piştguh kir.
Bi nêrîna çavdêrên Iraq û Herêma Kurdistanê, biryara Dadgeha Federalî, tevgereke siyasî ye û radigihînin, ev biryar di demekê de ku Iraq di astengiya pêkanîna hikûmetê de ye û ev biryara dadgehê, rewşê aloztir dike.
K24
