• Wednesday, 25 February 2026
logo

Tifaqa Siyade ya Iraqî: Biryara dadgeha Iraqê rewşê aloztir dike

Gulan Media February 17, 2022 Nûçe
Tifaqa Siyade ya Iraqî: Biryara dadgeha Iraqê rewşê aloztir dike

Tifaqa Siyade ya Iraqî, ku ji erebên sunnî yên Iraqê pêk hatiye, nerazîbûna xwe li hember biryara dadgeha federalî ya Iraqê li dijî qanûna neft û gaza Kurdistanê nîşan da û ragehand, biryarên wisa rewşê aloztir dikin.

Nerazîbûn û nîgeraniyên li hember betalkirina qanûna neft û gaza Kurdistanê ji aliyê dadgeha federalî ya Iraqê ve berdewam in.

Tifaqa Siyade ya Iraqê ku ji erebên sunnî bi serokatiya Xemîs Xencer û Mihemed Helbûsî (serokê parlementoya Iraqê) pêk tê û hevpeymanên PDKê ne, di daxuyaniyekê de nerazîbûna xwe li hember wê biryarê nîşan da.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ew biryar ne di dema xwe de hatiye dayîn ji ber wê jî rewşê aloztir dike û nahêle xebatên dilsozane bo çareserkirina arîşeyan bigehîjin encamê.

Tifaqa Siyade bang li hikûmetên Iraq û Kurdistanê kiriye di demek kurt de dest bi danûstandinan bikin bo çareserkirina pirsgirêkan.

Wê tifaqê bang li parlementoya Iraqê jî kiriye, bi lez qanûna neft û gazê derxînin da ku tevahiya xelkê Iraqê sûdê lê bibînin.

 

 

Basnews

Top