Hejmara kuştî û birîndarên Ezazê zêde bûye
Hejmara kuştî û birîndarên bajarê Ezazê li bakurê Helebê, ji encama rokêtbarankirinê, zêde bûye.
Li gor çavkaniyên xwecihî, di encama roketbarankirina roja Sêşemê bo ser bajarê Ezazê li bakurê Helebê, 4 kes hatine kuştin û 12 kesên din jî birîndar bûne.
Roja Sêşembê, bajarê Ezazê ku di kontrola hêzên Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê de ye, hatibû roketbarankirin.
Li gor çavkaniyên xwecihî, mîneke çandî jî li nav bajarê Ezazê teqiyabû.
Çavkaniyên xwecihî tekez dikin ku çavkaniya roketbaranê ji navçeyên di bin destê hikûmeta Sûriyê de bûye, lê opozisyona Sûriyê hêzên HSDê tohmetbar dike.
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) hertim tekez dike ku tu hêzên wê li bakurê Helebê û navçeya Şehbayê tune ne.
Di wê êrîşê de, hejmarek ji roketan li nêzîkî binkeyên hêzên Tirkiyê ya li nav bajarê Ezazê ketin xwarê.
Li beramber wê yekê jî, hêzên Tirkiyê bajarê Til Rifet topbaran kirin û li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê 2 zarok birîndar bûn û ziyanên madî gihiştin mal û milkên xelkên sivîl.
Hevdem bêhtir ji 20 topan bi arasteyî navçeyên Şehbayê ya li gundewarê bakurê Helebê ve hatin avêtin û topbaran heta derengê şevê jî berdewam bû. Di encama wê topbaranê de, 5 welatiyên sivîl ku di nav wan de 3 zarok jî hebûn birîndar bûn birîndar bûn û yên birîndar bo nexweşxaneya gundê Fafînê ya ser bi parêzgeha Helebê ve hatin veguhsetin.
