Siyasetmedarekî Iraqî: Dadgeha federalî ya Iraqê darê destê Îranê ye
Siyasetmedarekî Iraqî dibêje, dadgeha federalî ya Iraqê darê destê Îranê ye û li dijî Iraqê kûdeta kiriye.
Siyasetmedarê Iraqî û serokê partiya Musteqbel ya Iraqê, Întîfaz Qenber li ser twîttera xwe derheqê biryara dadgeha federalî ya Iraqê li hember qanûna neft û gaza Kurdistanê gotiye, biryara dadgeha federalî li dijî qanûna neft û gaza Kurdistanê her wiha redkirina namzediya Hoşyar Zêbarî û hîştina Berhem Salih li ser kursiya serkomariya Iraqê, hemû bo têkdana piroseya siyasî ya Iraqê ne û kûdeta ye li dijî dewleta Iraqê.
Întîfaz Qenber her wiha gotiye, piştî ku peyayên Îranê di hilbijartinan de (qesta wî hilbijartinên Iraqê ye) de bin ketin, niha dixwazin bi rêya dadgeha federalî rewşa Iraqê aloz bikin û bi vê yekê çira kesk bo vemana Berhem Salih li ser kursiya serkomariyê û hikûmeteka lawaz vêdixin da ku rewş di destê wan de be û bi vî renî Iraqê jî mîna Lubnanê bikin.
Wî siyasetmedarê Iraqî daye xuyakirin jî, dadgeha federalî darê destê Îranê ye.
Basnews
