Li Komara Demokratîk a Kongoyê êrîşên pêkhatin de 17 kes mirin
Li eyaleta Iturî ya Komara Demokratîk a Kongoyê ji aliye serhildêran ve êrîş pêkhat û 17 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan.
Li gor nûçeya çapemeniya netewî ya Komara Demokratîk a Kongoyê ji aliye gruba bi navê Hevpeymaniya Geşedana Kongo (CODECO) ve li herêma Djugu êrîş pêkhat û serhildêran bi kêran êrîş kirin û 5 jê zarok, 17 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan.
Berî naha dorpêça leşkerî hatibû ragehandin
Serokomarê Kongo Felix Tshisekedî berî naha ragehandibû, bûyerên tundiyê li rojhilatê welat, li eyaletên Kivu ya bakur û Ituri zêde bûne û ji bo kontrol kirina ewlehiyê ji roja 7ê Gulan a sala 2021ê ve dorpêça leşkerî hatibû ragehandin.
Artêşên Komara Demokratîk a Kongo û Ugandayê ji 30ê Mijdar a 2021ê heta nah ali hember wan grubên serhildêr li rojhilatê Kongoyê operasyonên hevbeş birêve dibin.
Ji sala 2014ê heta naha ji ber êrîşên serhildêran bi hezaran kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane.
Basnews
