• Wednesday, 25 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî û Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziyê yê Qeterê civiyan

Gulan Media February 16, 2022 Nûçe
Mesrûr Barzanî û Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziyê yê Qeterê civiyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziyê yê Qeterê Mihemed Bin Hemed Qasim Al Sanî, li Dohayê civiya.

Îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî dê ligel Mîrê Qeterê, Serokwezîrê Qeterê û Wezîrê Enerjiyê yê wî welatî bicive.

Di civînên navbera Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û rayedarên payebilind ên Qeterê de, li ser pêwendiyên aborî û bazirganî, çandinî û veberhênanê gotûbêj tê kirin.

Mesrûr Barzanî duh sêşemê 15ê Sibata 2022yan bi serdaneke fermî li ser vexwendina Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî gihîşte Qeterê û li Balafirgeha Dohayê ji aliyê Wezîrê Dewletê bo Karûbarên Derve yê Qeterê Sultan Bin Se'd û hejmarek rayedarên din ve hat pêşwazîkirin.

 

 

Top