• Wednesday, 25 February 2026
logo

Dostê gelê Kurd 'Siggi Barzanî' koça dawî kir

Gulan Media February 16, 2022 Nûçe
Dostê gelê Kurd 'Siggi Barzanî' koça dawî kir

 Parlamenterê berê yê Partiya Keskan a Almanyayê û dostê gelê Kurd Siegfried Marsch ku li Herêma Kurdistanê bi navê 'Siggi Barzanî' dihat nasîn, duh piştî nîvro li mala xwe ya li Barkenê koça dawî kir.

Siegfried Marsch di hevpeyvîna herî dawî ya ligel K24ê de hêviya xwe anîbû ziman ku tendirustiya wî baş be û cardin vegere Kurdistanê û gotibû: “Ez dixwazim biçim Kurdistanê û ligel birayê xwe yê xoşewîst Kak Mesûd rûnim, lê ji ber xirabiya rewşa tendirustiya min, ti balafirek min wernagire.”

Siegfried Marsch û Serok Mesûd Barzanî
Siegfried Marsch di 17ê Îlona 1953an de li Bochumê ji dayik bû.

Marsch ji 16 saliya xwe bi siyasetê re eleqedar bû, di nav damezrînerên Partiya Keskan a li eyaleta Nordrhein-Westfalen de bû. Di sala 1989an de bû berpirsê Partiya Keskan li Nordrhein-Westfalen.


Di navbera salên 1990-2000an de li Meclîsa Nordrhein-Westfalen parlementer bû.

Piştî Raperîna Başûrê Kurdistanê di sala 1991ê de, piştevaniya gelê Kurd kir û di nava hevgirtinê de bû. Gelek caran serdana Herêma Kurdistanê dikir. Wî gelek projeyên alîkariyê, di nav wan de projeya avakirina Kurdistanê, ku ji aliyê CARITAS Swîsra ve tê fînansekirin, birêve bir. Di hilbijartinên yekem ên Parlamentoya Kurdistanê de alîkariya teknîkî kir.


Di navbera salên 2004-2014an de li Hewlêra paytext bi cih bû û serokatiya Navenda Çanda Almanyayê ya ku wî damezrandibû, kir. Wî hewl da ku şirketên bazirganiyê yên herêmî teşwîq bike ku piştgiriya têkiliyên bazirganî yên Alman-Kurd bikin.

Ji ber nêzîkbûna xwe ya bi Kurdan û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re bi navê “Siggi Barzanî” jî dihat nasîn.


 

K24

Top