• Wednesday, 25 February 2026
logo

Dîndar Zêbarî: Rêkeftina Şingalê nehatiye cîbicîkirin

Gulan Media February 15, 2022 Nûçe
Dîndar Zêbarî: Rêkeftina Şingalê nehatiye cîbicîkirin

Civîna Komkara Erebî ya li ser Beyannameya Erebî bo Mafên Mirovan û pabendbûna Iraqê bi wê beyannameyê, li Qahîreyê dest pê kir û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi şandeke fermî tê de beşdar e.

Ofîsa Koordînatorê Raspardeyên Navdewletî ya ser bi Hikûmeta Herêma Kurdistamê daxuyaniyek belav kir û ragihand; îro 14ê Sibata 2022yan, Civînên Komkara Erebî yên li ser Beyannameya Erebî bo Mafên Mirovan û pabendbûna Iraqê bi wê beyannameyê, li Qahîreyê birêve çû.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin şanda fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji kesên şareza û pisporên yasayan pêk tê û Koordînatorê Raspardeyên Navdewletî Dîdar Zêbarî serokatiya şandê dike.

Dîndar Zêbarî di axaftina xwe de diyar kir; Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam dibe di hewandina aware û penaberan de di hemû şert û mercan de.

Zêbarî ragihand; mijara deverên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin, hîn jî mijareke rawestandî ye, rêkeftina Şingalê hîn jî nehatiye cîbicîkirin û çend hêzên çekdar ên ne ji Iraqê li wan deveran hene, vê jî wisa kiriye ku valahiya ewlehiyê berfirehtir bibe û terorîstên DAIŞê dest bi liv û tevgerên xwe bikin.

Dîndar Zêbarî tekez kir ku di dema azadkirina deverên destê DAIŞê de 1719 Pêşmerge şehîd bûn û 10 hezar û 369 Pêşmerge birîndar bûn û 47 Pêşmerge jî winda ne.

Li ser pevçûn û bombebaranên sînoran, Dîndar Zêbarî diyar kir; sala bor, 626 car sînor hatine bombebarankirin, ku ji wan 216 êrîşên esmanî, 403 top û 8 êrîşên bejahî hatine tomarkirin, berdewamiya van êrîşan serweriya Iraqê dixe bin gefan, em ji pêkhateyên çekdar daxwaz dikin ku axa Herêma Kurdistanê bi kar neynin ji bo êrîşkirina ser welatên cîran, di heman demê de ji welatên cîran jî daxwaz dikin ku wê yek li ber çavan bigrin ku xelkê sivîl li deverên sînorî niştecî ne sû ji ber bombebaranan mal û halê wan di bin metirsiyê de ne.

 

K24

Top