Şêrwan Dûberdanî: YNKê dubare xencera xiyanetê lêda û nekarî bibe rikberê PDKê
Endamekî Parlamentoya Iraqê yê ser bi lîsteya PDKê, amaje bi wê yekê dike ku YNKê dubare xencera xiyanetê li pişta kurdan da û nekarî rikberiya demokratik li gel PDKê bike.
Endamê Parlamentoya Iraqê yê ser bi PDKê Şêrwan Dûberdanî ji BasNewsê re ragehand: ‘’PDK wekî ku partiya yekem e di nav civakê de û partiyekî bihêze, naha jî li gel hevpeymaniya Parlamentoya Iraqê ya herî mezin e, ku Sedir û erebên sunne ne. Ji ber wê ti berbijêrek bê razîbûna PDKê ji bo wê peywirê dernakeve û eger PDK razî nebe, ew peywir zelal nabe.’’
Herwaha got: ‘’Mixabin YNKê dubare xencera xiyanetê li pişta kurdan da û dubere li PDKê da. Ji ber PDK ji bo kurdayetiyê tekoşîn dike, di rastiyê de ew xiyanet li gelê Kurdistanê û li PDKê hat kirin û herdu bûn armanca xiyanetê.’’
Şêrwan Dûberdanî diyar kir: ‘’Naha jî giring ew e ku nabe YNK bê PDKê berbijêrê wê serkeftî be, êdî her kesek be, li gel PDKê peywir ne giring e, ji ber PDK berdewam daxwaza yekgirtîbûna gelê Kurdistanê dike. Lê her carê jî xiyanet lê tê kirin, naha jî em bi YNKê dibêjin, bê razîbûna Serok Barzanî berbijêrê YNKê çavê wî bi wê peywirê nakeve.’’
Basnews
