Rêber Ehmed ji bo Serokomariya Iraqê namzetê PDKê ye
Piştî ku duh Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê biryar da namzetê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo serokomariyê Hoşyar Zêbarî ji namzetbûnê dûr bixe, îro Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ji bo serokomariyê kire namzet.
Rêber Ehmed Xalid xelkê gundê Barzan e û berê awareyî Îranê bûye, piştî raperîna sala 1991ê, bûye endamê sekreteriya Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê, piştre bûye endamê ofîsa navendî ya rêkxistina PDKê.
Rêber Ehmed Xalid di ajansa parastin û Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê roleke wî ya aktîv hebû, hilgirê bawernameya lîsansê ye li Beşa Endezyariya Şaristanî ya li Zanîngeha Selahedîn û li ser asayîşa netewî master kiriye.
Herwiha ew dikare bi pênc zimanan biaxive, ew jî; Kurdî, Erebî, Îngilîzî, Tirkî û Farisî.
Ji destpêka Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Tîrmeha 2019an heta niha, Rêber Ehmed postê Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê birêve dibe, niha jî ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve ji bo serokomariya Iraqê hat namzetkirin.
