• Wednesday, 25 February 2026
logo

Qubris: Tirkiye rê dide koçberan derbasî aliyê me bibin

Gulan Media February 15, 2022 Nûçe
Qubris: Tirkiye rê dide koçberan derbasî aliyê me bibin

Berî çend rojan li gundekî Qubrisê di navbera koçberên Sûriyê û welatiyên gund de alozî derket. Niha jî hikûmeta Qubrisê dibêje Tirkiye mijara koçberan ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî bikar tîne û rê ji koçberan re vedike ji bo ku derbasî Qubirsê bibin.

Hikûmeta Qubrisê Tirkiye tohmetbar dike û dibêje ev welat krîza koçberan bo berjewendiya xwe bikar tîne, lewra rê dide koçberan daku derbasî aliyê wan bibin, di demekê de ku Qubris welatekî biçûk û kêm şiyan e û nikare barê koçberan hilgire.

Wezîrê Navxwe yê Qubrisê Nicos Nouris dibêje: “Niha pirsa koçberan li Qubrisê bûye pirsgirêkeke mezin, ji ber ji aliyê Tirkiyê ve tê bikaranîn, bi awayekî organîzekirî û rojane li ser xeta kesk derdora 60 heta 80ê koçberên neyasayî tên ba me, hemû ji Tirkiyê tên. Çima ez dibêjim em ji sedî sed piştrast in ku ev yek ji aliyê Tirikiyê ve tê bikaranîn, ji ber hemû ev kes ne cîran in, ev xelk ji welatên başûrê beyabana mezin tên, bi taybetî di herdû salên borî de.”

Hikûmeta Qubrisê ligel hevbeşên xwe yên Yekîtiya Ewropayê pirsgirêka koçberan berdewamî gotûbêj dike, bi taybetî ew koçberên ku ji Tirkiyê derbasî ba wan dibin û li wir asê dibin, ji ber Qubris ne endamê navçeya Schengen e, lewra hikûmeta Qubrisê ji hevbeşên xwe yên Yekîtiya Ewropayê dixwaze guşarê bixin ser Tirkiyê daku koçberan neşîne aliyê wan, piraniya wan jî koçberên Sûriyê ne.

Nicos Nouris herwiha got: “Qubris qet ji wê yek venagere. Tişta me kiriye, mafê me ye, em rê nadin. Wek hemû welatan mafê me ye em sînorên xwe yên bejayî û deryayî biparêzin. Careke din bi taybetî derbarê dostên me yên Ewropayê de ku rexneyan li me digirin û dibêjin hun di pirsa tevlîbûnê de li Qubrisê pêş nakevin. Ez bi asanî dibêjim, me bi xwe 12 hezar û 500 kes ku piraniya wan Sûrî ne li ba xwe tevlî civakê kirine, niha kar dikin û xwedî malbat in, lê em nikarin li ser tevlîbûna van amaran berdewam bin.”

Li gor amarên fermî, ji sala 2011ê û heta niha 12 hezar koçberên Sûrî derbasî Qubrisê bûne, li gor Komisyona Koçberan ser bi Neteweyên Yekbûyî, kerta parastina navdewletî bo 8 hezar û 500 koçberên Sûrî hatiya dayîn.

 

Rudaw

Top