• Wednesday, 25 February 2026
logo

Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana Qeterê dike

Gulan Media February 15, 2022 Nûçe
Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana Qeterê dike

Sibe roja sêşemê 15ê Sibata 2022yan, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser vexwendina fermî ya Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî, tevî şandeke hikûmî, serdana Qeterê dike.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di serdana xwe de ji bilî civîna ligel Mîrê Qeterê, dê ligel rayedarên din ên payebilind ên Qeterê jî bicive.

Armanca vê serdanê, gotûbêjkirina pêşvebirina pêwendiyên dualî yên li ser danûstandinên bazirganî, veberhênan, enerjî û çandiniyê ye.

 

K24

Top