• Wednesday, 25 February 2026
logo

Amerîka balyozxaneya xwe ya li Kîevê vediguhezîne

Gulan Media February 15, 2022 Nûçe
Amerîka balyozxaneya xwe ya li Kîevê vediguhezîne

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ragihand; balyozxaneya xwe ya li Kîeva paytexta Ukraynayê vediguhezînin bajarê Lvîv yê li rojavayê welêt.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken di daxuyaniyekê de got: “Rewşa ser sînorên Ukrayna û Rûsyayê gelek aloz e û Rûsyayê hemû amadekarî kirine û hêzeke mezin li ser sînor kom kiriye.

Antony Blinken eşkere kir; Amerîka balyozxaneya xwe ya li Kîeva paytexta Ukraynayê digre û peywira wê vediguhezîne bajarê Lvîv yê "Ukraynaya rojava" û dibêje: “Balyozxaneya Amerîkayê di xebata ligel hikûmeta Ukraynayê de berdewam e.”

Blinken destnîşan kir: “Em ji hemû welatiyên xwe yên ku hîn jî li Ukraynayê ne, daxwaz dikin ku demildest ji wî welatî derkevin.”

Kanala CBS a Amerîkayê ji rayedarekî payebilind ku navê wî negotiye, ragihandiye ku Rûsyayê çekên giran û mûşekên dûravêj veguhestina deverên ku niyeta wê heye êrîş bike.

 

Basnews

Top