• Wednesday, 25 February 2026
logo

Parêzerekî navnetewî: Li Iraqê demokrasî û desthilata dadwerî û dadgeh ne serbixwe ne

Gulan Media February 14, 2022 Nûçe
Parêzerekî navnetewî: Li Iraqê demokrasî û desthilata dadwerî û dadgeh ne serbixwe ne

Parêzerekî navnetewî behsa biryara dadgeha federal a derbarê Hoşyar Zêbarî û red kirina berbijêrtiya wî ya serokomartiya Iraqê de dibêje, li Iraqê demokrasî û desthilata dadwerî û dadgeh ne serbixwe ne û biryar li derve tên dayîn û di navxweyî Iraqê li gor hêz û giraniya partiyan tê cîhbicîh kirin.

Parêzer Omer Tofîq di nivîseke tora xwe ya civakî facebookê de diyar kir: ‘’Hin alî keyfxweş in ku Hoşyar Zêbarî hatiye red kirin. Ez piştrastim piraniya wê kîn û rikê ji ber partîcîtiyê ye. Ti sedemek li ser xirabiya Hoşyar Zêbarî nizanin. Tenê dixwazin ew nebe û hind. Eger bizanin teqez bê tewane jî li gel wan giring ew nebe, lê bixwe jî nizanin çima.’’

Herwaha got, hin alî jî xemgînin ji ber Hoşyar Zêbarî hatiye red kirin û xemgînin, lê çima? Dîsa nizanin çima? Ji ber ez piştrastim ji ber sedemê partîcîtiyê dixwazin û wisa fêrbûne û eger teqez bizanin tewanbare jî dîsa dixwazin ew serkeftiba.

Herwaha behsa cureya sêyem jî dike û dibêje: ‘’Sêyem jî ew e ku piraniya me nizanin an jî hin ji me dizanin, çi gruba yekem bin an ya duyem, ku li Iraqê demokrasî û desthilata dadwerî û dadgeh ne serbixwe ne. Biryar li derve tên dayîn û li gor hêz û giraniya partiyê tê cîhbicîh kirin.’’

 

Basnews

Top