RAPIRSÎ: Ferqa di navbera dengên tifaqan de zêdetir dibe
Serokê Kompanya Lêkolînên MetroPOLLê Ozer Sencar ragihand, li gor rapirsiya ku kirine ferqa di navbera dengên Tifaqa Millet û Tifaqa Cumhur de zêdetir dibe.
Lêkolînên MetroPOLLê, encama rapirsiya ku di 8-12 Çileyê de li 28 bajaran bi hezar û 508 kesan re kiribû eşkere kir.
Li gor rapirsiyê dengên Tifaqa Millet ku ji partiyên opozîsyonê pêk tê %43,7 e û dengên Tifaqa Cumhur ku ji partiyên desthilatê pêk tê %40 e. Herwiha ji %6ê kesên bê biryar dibêjin eger em dengê xwe bikar bînin û em ê dengê xwe bidin Tifaqa Millet û bi vî awayî dengên Tifaqa Millet digihêje %49,7an. ji %2,1ê kesên bê biryar jî dibêjin eger em dengê xwe bikar bînin û em ê dengê xwe bidin Tifaqa Cumhur û bi vî awayî dengên Tifaqa Cumhur digihêje %42,1an.
Serokê Kompanya Lêkolînên MetroPOLLê Ozer Sencar got, dê bihabûnên enerjiyê ku di meha Çileyê de hatin kirin bandoreke xirab li ser dengên Tifaqa Cumhur bike û dê dengên wan zêdetir kêm bibin.
Rudaw
