• Wednesday, 25 February 2026
logo

Kiliçdaroglu bersiva rexneya "çima HDP di civînê de nebû" da

Gulan Media February 14, 2022 Nûçe
Kiliçdaroglu bersiva rexneya

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu li ser amadenebûna HDPê di civîna serkirdeyên 6 partiyên opozisyonê de bersiva rexneyan da û got, “Em HDPê tune hesab nakin. Em bi HDPê re jî hevdîtinan dikin. Dema hewce bike em dê dîsan bicivin.”

Li ser bangewaziya Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, duh Şembiyê 12ê Sibata 2022an serokên 6 partiyên opozisyona Tirkiyê bi hev re civiyan. Di civînê de, Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener, Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu, Serokê Giştî yê Partiya Demokrat Gultekîn Uysal, Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu û Serokê Giştî yê DEVA Partiyê Alî Babacan amade bûn.

Ji ber ku HDP di civînên lîderên 6 partiyan de amade nebûbû, ew yek li ser platformên medyaya civakî bû mijara rexneyan.

Kiliçdaroglu derbarê rexneyan de ji Halk TV re axivî û diyar kir ku nebûna HDPê di civîna 6 lîderan de nayê wateya paşguhkirin û nehesibandina wê.

Kiliçdaroglu got, “Em HDPê tune nahesibînin. Em ti partiyekî tune nahesibînin. Ger em wisa bikin dê nîşan bide ku baweriya me bi demokrasiyê nîne. Ev xebat, di navbera 6 partiyên ku di derbarê Sîstema Parlamentoyê ya Bihêz de bi hev re kar kirine, hatiye kirin.”

Serokê Giştî yê CHPê diyar kir, “Hûn dizanin, cîgirên serokên şeş partiyan bi hev re xebitîn û metnek amade kirin. Metneke pir xebat li ser kirî, pir dewlemend. Li ser metnê ti cudahiya nêrînên şeş serokên giştî nîne. Di vê pêvajoyê de em bi her aliyekî re axivîn. Ev axaftin dê berdewam bin. Em bi HDPê re jî di nava hevdîtinan de ne. Dema hewce bike em dê dîsa hev bibînin.

Ger bixwazin nêrînên xwe parve bikin, dikarin werin cem me, dema hewce bike em diçin. Em nêrînên xwe parve dikin. Jixwe em bi raya giştî re parve dikin. Pirsgirêk tune ye.”

Îdiaya pêkanîna Tifaqa Mezin a Millet

Serokê Giştî yê CHPê di berdewamiya axavtinên xwe de li Halk TVyê derbarê îdiaya guhertina navê "Tiqafa Millet" û pêkanîna "Tiqafa Mezin a Millet" de jî axivî û ragihand, hêj zû ye behsa vê mijarê bihê kirin.

Kemal Kiliçdaroglu, li ser vê îdiayê got, “Em wek 6 partiyên ku xebatên Pergala Parlamenteriya Bihêz dimeşînin hatin cem hev. Partiyên ku Tifaqa Millet ava kirine û partiyên Pêşeroj û DEVAyê. Ji ber vê yekê hîn zû ye. Bi dîtina min hêj zû ye ku mirov bibêje ku Tifaqa Millet mezin bûye yan biçûk bûye. Ya girîng ew e ku ji bo Tirkiye ji şert û mercên îroyîn derbikeve, rê hatiye vekirin. Ev pir bi nirx e. Dema ku hilbijartin nêzîk bibe dê ev mijar jî bên nîqaşkirin.”

 

Rudaw

Top