• Wednesday, 25 February 2026
logo

Zêbarî: Biryara Dadgeha Federalî siyasî ye

Gulan Media February 14, 2022 Nûçe
Zêbarî: Biryara Dadgeha Federalî siyasî ye

Siyasetmedarê Kurd Hoşyar Zêbarî îro Yekşemê ragihand, biryara Dadgeha Federalî ya redkirina namzetiya wî bo serokomariyê, biryareke siyasî ye.

Dadgeha Federalî ya Iraqê îro bi biryarekê, namzetiya Hoşyar Zêbarî ji bo postê Serokkomariya Iraqê red kiribû.

Hoşyar Zêbarî piştî biryara Dadgeha Federalî îro di konferanseke rojnamevanî li Bexdayê de ragihand, ew rêzê li biryara dadgehê digire, lê ew biryareke siyasî ye.

Zêbarî got, hemû şert û mercên ku ji bo namzetiya postê serokkomariya Iraqê pêwîst in li cem wî hene.

Zêbarî tekez kir, pêştir dadgehê ew ji hemû tometên ku arasteyî wî bûbûn, bêtawan derxistibû û dadgehê wê demê hemû ew dosya jî girtibûn.

 

K24

Top