• Wednesday, 25 February 2026
logo

Iraq: Me li Silêmeniyê tohmetbarek desteser kir

Gulan Media February 14, 2022 Nûçe
Iraq: Me li Silêmeniyê tohmetbarek desteser kir

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdarên Iraqê ragihand, wan îro kesekî tohmetbar li parêzgeha Silêmaniyê desteser kiriye ku dadgehê biryara desteserkirina wî dabû. Wî herwiha got, di du operasyonên cuda de li parêzgehên Enbar û Selahedînê, 6 endamên DAIŞê hatine desteserkirin.

Lîwa Yehya Resûl, Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdarên Iraqê îro Yekşembiyê 13ê Sibata 2022an di twîtekê de ragihand, “Bi hevahengiya ligel hêzên Asayişê li Herêma Kurdistana Iraqê-Parêzgeha Silêmaniyê kesekî daxwazkirî hat desteserkirin ku ji aliyê saziyên ewlehiyê ve hatiye daxwazkirin.”

Yehya Resûl herwiha daye xuyakirin, li parêzgeha Babilê jî di kemîneke hêzên ewlekariyê yên Iraqê de “terorîstek” hatiye desteseririn ku “xwe di nava welatiyan de veşartibû.”

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdarên Iraqê destnîşan kir, di du operasyonên cuda de li herdu parêzgehên Enbar û Selahedînê jî 6 endamên DAIŞê hatine desteserkirin.

Top