Serokwezîr Mesrûr Barzanî naveroka civîna xwe bi dîplomatên biyanî re eşkere kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî behsa naveroka civîna xwe bi dîplomatên biyanî yên li Herêma Kurdistanê re kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro li Hewlêrê pêşwazî li konsul û nûnerên welatên biyanî yên li Herêma Kurdistanê kir.
Mesrûr Barzanî vê êvarê li ser naveroka wê civînê twîttek belav kir û ragehand: Me îro ligel dîplomatên biyanî yên li Herêma Kurdistanê behsa pêşhatên herêmî û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û reformên hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.
Basnews
