Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser koçda wî ya patrîyarkê aşûriyên Kurdistanê peyamek belav kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser koça dawî ya patrîyarkê aşûriyan li Herêma Kurdistanê peyamek belav kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser koçda wî ya patrîyarkê dêra Rojhilat li nahiya Enkawe ya Hewlêrê, Mar Edayê Duyem, ku ji ber nexweşiyê koça dawî kir, peyamek belav kir.
Peyama Mesrûr Barzanî wiha ye: “Ji bo koça dawî ya Qedaseta Patriyarkê Keniseya Kevin a Rojhilat Patriyark Mar Edayê Duyem, pirse û sersaxiyê arasteyî bawermendên Kenîseya Kevin a Rojhilat û xûşk û birayên kirîstiyan li Herêma Kurdistanê û Iraqê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.”
Di peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî de hatiye gotin jî: “Xwedêyê mezin giyanê wî bi bihuştê şad bike û sebir û aramiyê bide hemûyan.”
Patrîyarkê dêra Rojhilat, Mar Edayê Duyem sala 2015 li Hewlêrê dest bi kar bibû lê sala 2021 ji ber nexweşiyê dest ji kar berdabû.
