PKK di biçekkirina zarokan de berdewam e
Jêderekî taybet wêneyên hejmarek zarokên ku PKKê ew revandine û di nava rêzên xwe de kirine çekdar ji K24ê re şandin.
Di wêneyan de diyar dibe, piraniya wan zarokan keç in û bi gotina wî jêderê ku wêne ji K24ê re şandine, PKKê ew hemû zarok bi riya tora civakî û bi hizrên xeyalî, mejiyê wan şuştine û ew xapandine.
Wî jêderê ku ji ber metirsiya li ser jiyana xwe û malbata xwe, nexwast navê wî were aşkerekirin got, piraniya wan zarokan ji Şingal, Rojava û Bakurê Kurdistanê ne, PKKê ew bê agahdariya malbata wan bi riya tora civakî pêwendî bi wan re kirine û ew xapandine. Hin malbat jî heta niha ti agahayan li ser zarokên xwe nizanin.
Wî jêderî destnîşan kir, piraniya wan wêneyên ji zarokan re hatine girtin, li binarê çiyayê Qendîlê, çiyayê Şingalê ne.
Di wêneyan de diyar dibe, wan zarokan cilên çekdarên PKKê li xwe kirine û berpirsên PKKê bi xwe wêne bi wan zarokan re girtine. Di çend wêneyan de jî diyar dibe, endamê Encûmena Serkirdatiya PKKê Duran Kalkan bi wan zarokan re ye.
Wî jêderî amaje bi wê de, ew wêne di demên cuda ji sala 2014an û heta niha ve hatine girtin.
Ev yek di demekê de ye, hejmarek mezin ji dê û bavan çi li Şingalê û çi li Rojava û Bakurê Kurdistanê, heta niha ti zanyariyekê li ser zarokên xwe nizanin, lê gumanê dibin ser PKKê. Dê û bavên wan zarokan bi riya kenalên cuda re daxwaz ji PKKê dikin ku zarokên wan vegerînin, lê PKK red dike ku ew zarok li cem wan bin û her nûçeyeke revandina zarokan jî red dike.
Li gor yasayên Netewên Yekgirtî, nabe zarokên di bin 18 saliyê re werin biçekkirin û çekan bi kar bînin, vêca rewşa ku PKKê tê de ye, bi berdewamî şer û pevçûnên wê bi artêşa Tirkiyê re hene û cureyên çekên giran jî bi kar tîne.
K24
