NYê li ser DAIŞê hişyarî da: Metirsî berdewam e
Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bo Rûbirûbûna Terorê Vladimir Voronkov, ji Encumena Asayîşa Navdewletî re ragihand, “Êrîşên DAIŞê li Sûriyê û Iraqê gelek cidî ne û girîng e dirêjî bi wê moralê bê dayîn ku li dû kuştina xelîfeyê duyem ê DAIŞê çêbûye.”
Hejmara çekdarên DAIŞê
Vladimir Voronkov, Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bo Rûbirûbûna Terorê, radigihîne, “Bi destpêkirina li Iraq û Komara Sûriyê ya Erebî, ku heta niha serkirdeyên wan li wê derê xwe veşartine, tevgera DAIŞê berdewam e weke grûpeke têkder, ku li navçeyên gundnişîn kom bûye û ji sînorê lawaz ê di navbera wan welatan de sûdê werdigre, ku li wê navçeyê di navbera 6 heta 10 hezar çekdarên wê hene.”
Sibeha roja 3ê vê mehê, di operasyoneke du demjimêrî ya Artêşa Amerîkayê de, xelîfeyê duyem ê DAIŞê Ebû Îbrahîm el Haşîmî el Qureyşî, li Sûriyê hat kuştin.
Helwesta Hevpeymaniya Navdewletî
Hevpeymaniya Navdewletî, di ragihandineke nû de kuştina xelîfeyê DAIŞê bi girîngî bi nav kir û dibêje, kar dikin bo dawî li gefa grûpa tundrew bînin.
Hevpeymaniya Navdewletî dibêje, “Pabendin, bi têkşikandina yekcarî ya DAIŞê. Bûyerên vê dawiyê li Sûriyê amaje ne bo ew serkeftinên di lawazkirina serkirdayetiya DAIŞê bidest tên. Lê, amaje ne bo gefên berdewam ên grûpên terorîstî. Kuştina Haşîmî Qureyşî, derbeyeke din bû ku li rêxistina terorîstî hat dayîn. Guşarên xwe berdewam dikin bo wêya rê nedin ku DAIŞ hêzên xwe rêkbixe û ti navçeyekê li Iraq û Suriyê nexîne bin desthilata xwe."
Piştî kuştina xelîfeyê DAIŞê, Serokê Amerîkayê ragihand, berdewam dibin ji bo karkirina ligel hevbeş û hevpeymanên me yên nêzîk, ji wan jî Hêzên Sûriya Demokratîk û hêzên emnî yên Iraqê û hêzên Pêşmerge.
`DAIŞ bi plan tevdigere`
Dr. Ela el Neşu, Şarezayê Emnî, radigihîne, “DAIŞ weke rêxistin, bi rastî rêxistin e bi hemû hûrgiliyan. Ji aliyê rêkxistina emnî û serbazî û rêkxistina şerkirinê, ligel perwerde û rahênanê. Li gor min DAIŞ bi plan tevdigere, ku ji aliyê serkirdeyên wan tê darijtin. Wan serkirdeyan jî sîxur kirine nav saziyên emnî, bi taybetî saziyên emnî yên Iraq û Sûriyê. Sedem jî ew e, îro saziyeke îstîxbarî ya DAIŞê bi hêz heye, li beramber saziyên îstixbarî yên her du welatan, çi li Iraqê be yan li Sûriyê."
Li gor amarên Wezareta Pêşmerge, sala borî li navçeyên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, DAIŞê 257 êrîşên cur bi cur kirine, ji ber êrîşan 387 şehîd, 518 birîndar û 37 jî revandî hebûn.
Rudaw
