• Wednesday, 25 February 2026
logo

Li Stenbolê agir bi avahiyekî ket; 4 mirî

Gulan Media February 12, 2022 Nûçe
Li Stenbolê agir bi avahiyekî ket; 4 mirî

Li navçeya Gungorenê ya Stenbolê di kargeheke tekstîlê de şewat derket û di encamê de 4 karkerên koçber jiyana xwe ji dest dan.

Walîtiya Stenbolê di derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û tê de ragihand ku li herêma pîşesazî ya Gungorenê di kargeheke tekstîlê de şewat derket û di encamê de 4 karkerên biyanî yên ku ketibûn tuwaletê û derî li ser xwe girtibûn jiyana xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniya walîtiya Stenbolê, duh di saet 16.30an de şewat hat kontrolkirin û 6 karkerên ku di şewatê de birîndar bûne rakirin nexweşxaneyê.

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat diyarkirin karkerekî li qereqolê di îfadeyên xwe de got ku wî dîtiye hejmarek karker ji bo xwe ji agir biparêzin ketine tuwaletê û derî li ser xwe girtine.

Li ser vê agahiyê xebatên lêgerînê dîsa dane destpêkirin û hatiye dîtin ku 4 karkerên biyanî yên di tuwaletê de derî li ser xwe girtine, ji ber dûmanê jehrî bûne û jiyana xwe ji dest dane.

Walîtiya Stenbolê di daxuyaniya xwe de da zanî ku derbarê mijarê de lêpirsîn dane destpêkirin û der barê xwediyê kargehê de ji Serdozgeriya Komarê re serlêdana sûcê hatiye kirin.

Rudaw

Top