Polîsê îdareya Raperîn: Li Sengeser termê keçekî geheşt nexwaşxaneyê
Berdevkê polîsê îdareya Raperîn aşkera kir îro 11.02.2022yê li nahyeya Sengeser a ser bi qeza Qeladizê termê keçeke temen 17 sal geheşt nexwaşxaneyê ku cîhê ben di stûyê wê de hebûye.
Berdevkê polîsê Raperîn Şoreş Îsmaîl ji BasNewsê re ragehand: Îro li nahyeya Sengeser a ser bi qeza Qeladizê termê keçeke temen 17 salî geheşt nexwaşxaneyê ku cîhê ben di stûyê wê de hebûye û em guman dikin jiyan ji dest dana wê keçê ji ber xwe xeniqandinê bûye.’’
Herwaha got, ji bo rastiya mirina wê keçê bê zanîn, termê wê ji nexwaşxaneya bijîşkê dad ê Silêmanî re hatiye şandin, lê bûyer piranî dişibe xwe xeniqandinê, lê em dixwazin ji rastiyê piştrast bin.
