Hunermend Beytocan: Tenduristiya min di cîh de ye û ez başim
li ser torên civakî gotegotên mirina hunermendên navdar ê kurd Beytocan hatin belav kirin û li ser vê yekê hunermendê navdar dilgiraniya xwe diyar kir û got, wisa lê kirine êdî ez bi rastî jî bimrim kes bawer nake.
Hunermendê kurd ê navdar Beytocan ji BasNewsê re ragehand: Bi rastî jî ez nizanim ew çi kesin û armanca wan çiye nûçe û gotegotan di derbarê mirina min de belav dikin. Ev du roje telefona min êdî ranaweste û herkesek ji ber wê xemgîn bûye û pirsa min dike.’’
Beytocan diyar kir: Bi rastî gel gunehe û derbarê min de wan nûçeyan belav dikin û gel nîgeran dibe û eyb û şerme wan nûçeyan belav dikin. Gelê me gunehe nizanim bi çi armancê wan nûçeyan belav dikin û bi vê dixwazin çi bidest bixin.’’
Hunermend Beyto can spasiya wan kesan kir, ku ji ber tenduristiya wî nîgeran bûne û pirsa tenduristiya wî kirine.
Herwaha hunermendê kurd di rûpela xwe ya civakî ya facebookê de jî ragehand: ‘’Seyda Perînçek dibêje: Miran bi saxî. Îro ev bû çîroka me. Ev sêyem care min dikujin û ne raste. Gel aciz dikin, lê ne başe. Hûn wisa bikin, ez bi rastî bimrim jî vêca gel bawer nake. Ji kerema xwe re yariya nekin û li benda mirina min a rastî bin. Em tewahî rehet bikin. Gelek spas.’’
Beytullah Guneri ku wek Beytocan tê naskirin yek ji hunermendê stranbêjê kurd û di warê mûzîk û stranên xwe de kesekî diyar e. Beytocan sala 1955ê li navçeya Ferqîn a ser bi Amed a Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye. Xwediyê gelek albûmên stranên bi nav û deng ên di nav gel û di zimanê herkesî de bicîhbûyî ye. Herwaha gelek stranên hunermend Beytocan ji aliyê gelek hunermendên navder de jî hatine gotin û ji bo huner û mûzîka kurdî xizmetekî mezin kiriye.
Basnews
