HDP: Pirsa Kurd û aborî bi hev ve girêdayî ne
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay ragihand ku pirsa Kurd û pirsa aboriyê bi hev ve girêdayî ye û xwest ku desthilat guh bide dengê kolanan.
Berdevka HDPê Ebru Gunay, li Navenda Giştî ya HDPê civîneke rojnamavanî saz kir û mijarên di rojevê de nirxand.
Ebru Gunay amaje bi wê yekê kir ku desthildariya Tirkiyê wî welatî bi xirabî bi rêve dibe û got: “Neyartiye li hemberî Kurdan çiqas zêde dibe, rewşa aboriya Tirkiyeyê jî ewqas xirab û zêde dibe. Têkiliya helwesta li hemberî Kurdan û rewşa aboriyê bi hev ve girêdayî ye. Rewşa aboriyê li Tirkiyê ti carî ewqas xirab nebûbû. Ji ber ku enflasyon, zam, xizanî û belengazî her ku diçe zêdetir dibe. Ev jî bi polîtîkayên desthilatdarên Tirkiyê ve girêdayî ye. Êdî her kes dizane û dibîne ku AKP û MHP vî welatî nikare bi rê ve bibe. Ji ber vê yekê qeyrana aborî roj bi roj kûrtir dibe, xizanî û belangazî girantir dibe.”
“Pirsgirêk kûrtir dibin”
Gunay xwest ku destbilatdariya Tirkiyê guh bide dengê kolanan û got: “Li hemberî vê yekê bertek û berxwedan jî mezintir dibe. Herî dawî li Bazîd, Qoser, Gever, Erxenî, Riha, Îzmir, Antalya û li her deverê Tirkiyê li hemberî vê şêlandinê, gelên Tirkiyeyê bertêk nîşan dan. Li kolanan dengê xwe bilind kirin û gotin ku dizî heye, hikûmet îstifa bike. Ev daxwaz gelek bi wate ye û divê hikûmet vê deng û bangewaziyê bibîne, pêwistiya wê bi cih bîne.”
Di berdewamiya axavtina xwe de got: “Divê daxwazên gel bibihîze û li gorî wê tevbigere. Em dizanin li cihê ku edalet, wekhevî, azadî tunebe îdareyeke demokrat jî tuneye. Pirsgirêkên vî welatî kûrtir dibin. Pirsgirêkên aborî jî mezin dibin. Em cardin bang dikin; guh bidin dengê kolanan, guh bidin dengê gel, daxwaza wan a ji bo pêşeroja Tirkiyeyê pêwist e.”
Rudaw
