• Wednesday, 25 February 2026
logo

Li Hewlêrê kesek hat kuştin

Gulan Media February 11, 2022 Nûçe
Li Hewlêrê kesek hat kuştin

Li bajarê Hewlêrê kesek hat kuştin ku tê gotin şofêrekî parlementoya Kurdistanê bûye.

Polîsê Hewlêrê ragehandiye, îşev li taxa Ereban ya Hewlêrê zilamekî 50 salî bi navê Dildar Hemedemîn Mistefa hat kuştin.

Polîs daye zanîn jî, ew kesê ku hatiye kuştin yek ji şofêrên parlementoya Kurdistanê bûye lê hîn nayê zanîn çima û ji aliyê kê ve hatiye kuştin.

Polîs gotiye, ewê piştî lêkolîn û lêpirsînê agahiyên zêde eşkere bikin.

 

 

Basnews

Top