DAIŞ di diyarkirina serkirdeyê yekem de bi ser neket
Piştî kuştina serkirdeyê yekem ê rêxistina DAIŞê ku bi navê Ebû Îbrahîm El Qureyşî dihat nasîn, DAIŞ heta niha di diyarkirina serkirdeyekî nû de bi ser neketiye.
Medyaya ser bi rêxistina DAIŞê, di çend rojên borî de nûçeyên êrîşên xwe yên li parêzgehên Hesek û Dêrezorê belav dikin, lê belê behsa diyarkirina serkirdeyekî nû ji bo rêxistina xwe nakin.
Li gor çavdêran, DAIŞ di qonaxa xwe ya herî lawaz de ye, belavkirina nûçeyên bi vî rengî di medyaya xwe de, ji bo bilindkirina morala çekdarên rêxistinê ye.
Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî ragihand; niyeta medyaya DAIŞê (El E'maq) di belavkirina hinek nûçeyan de ji bo bilindkirina morala çekdarên xwe an jî veşartina têkçûna xwe ya êrîşa li ser Girtîgeha Xiwêran a li parêzgeha Hesekê, reklameke nedirust e.
Roja 2yê Sibata 2022yan, Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand; berpirsê yekem ê rêxistina DAIŞê Ebû Îbrahîm El Haşimî El Qureyşî di encama operasyoneke artêşa Amerîkayê de li bakurê Sûriyê hat kuştin.
K24
