Mesrûr Barzanî: Êrîşa ser Balafirgeha Ebhayê şermezar dikim
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êrîşa ser Balafirgeha Ebhayê ya li Erebistana Siûdî şermezar kir û nîgeraniya xwe li ser zêdebûna êrîşên bi dronan nîşan da.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Ez bi tundî êrîşa îro ya li ser Balafirgeha Ebhayê şermezar dikim.”
Mesrûr Barzanî herwiha diyar kir: “Ez ji zêdebûna êrîşên bi rêya dronan nîgeran im, bi taybetî li dijî jêrxana aboriya medeniyane.”
Di beşeke din a twîtê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hevsozî û piştevaniya xwe ji bo gel û hikûmeta Erebistana Siûdî nîşan daye.
Îro Hûsiyên Yemenê bi rêya dronan êrîşî balafirgeha sivîl a Ebhayê ya li Erebistana Siûdî kir.
K24
