Dadgeha Federal a Iraqê roja yekşemê doza li dijî Hoşyar Zêbarî dê zelal bike
Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê ragehand, roja Yekşemê dê dadgeh doza li dijî berbijêrê serokomarê Iraqê yê PDKê Hoşyar Zêbarî gotûbêj bike.
Biryar bû roja 7ê Sibatê di rûniştina duyem a Parlamentoyê de serokomarê nû bê helbijartin.
Berbijêrê PDKê yê serokomarê Iraqê Hoşyar Zêbarî ye û PDKê li Parlamentoya Iraqê 31 kursî hene.
Hevpeymanên PDKê, bi taybet kutleya Sedir û Hevpeymaniya Siyade ya suneyan piştevaniya berbijêrê PDKê dikin ku bibe serokomarê Iraqê.
Çend nûnerên ser bi YNKê doz li dijî Hoşyar Zêbarî vekirin û ji ber wê Dadgeha Federal jî proseya helbijartina Hoşyar Zêbarî cemidandibû.
Basnews
