Di bordûmana firokeyên Iraqî de 7 çekdarên DAIŞê li Neynewa hatin kuştin
Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê ya Iraqê diyar kir; baregeheke DAIŞê li sînorê parêzgeha Neynewa hat bombebarankirin, DAIŞê ew der weke "baregeha fermandariyê" bi kar dianî.
Li gor daxuyaniya Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê, duhî firokeyên şer yên artêşa Iraqê baregeheke DAIŞê li başûrê bajarokê Hezrê, li aliyê başûrê rojavayê bajarê Mûsilê, bombebaran kirin.
Hat eşkerekirin ku ew baregeh ji şikefteke 140 metreyî pêk dihat, ku weke baregeha sereke bi kar dianîn.
Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê ragihandiye ku baregeh bi firokeyên F16 hatiye bombebarankirin û 7 çekdarên di nava baregehê de hatine kuştin.
Basnews
