Sekreterê parlementoya Iraqê: Heta niha ti kandîdekî nû bo serkomariyê nehatiye tomarkirin
Sekreterê parlementoya Iraqê ragehand, heta niha ti kandîdekî no bo posta serkomariya Iraqê nehatiye tomarkirin.
Piştî ku serkomarê Iraqê di dema xwe de nehat hilbijartin, serokê parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî ragehand, wan biryar dane dîsa derfeta xwe kandîdkirinê bidin kesên ku dixwazin bibin kandîdê serkomariya Iraqê ji ber wê jî îro (9 Şubatê) dest pê kir û dê sibe û dusibe jî berdewam be.
Sekreterê parlementoya Iraqê, Sîrwan Sîrînî, ku berpirsê tomarkirina navê kandîdên serkomariya Iraqê ye jî, ji BasNewsê re got, me dest bi tomarkirina navê kandîdan kiriye lê heta niha ti kandîdekî nû nehatiye tomarkirin.
Li hinek malper û rûpelan de hatiye gotin ku PDKê kandîdekî nû pêşkêş kiriye. Li ser vê yekê, Sîrwan Sîrînî got, tiştekî wisa nîne. Ji xwe niha li dijî Hoşyar Zêbarî lîstikek kirêt tê kirin.
Sekreterê parlementoya Iraqê anî ziman jî, desteya destpakiya Iraqê nameyek li ser Hoşyar Zêbarî ji parlementoya re şandiye û got, me jî ew name qebûl kiriye û ti arîşeyek li ser kandîdbûna Hoşyar Zêbarî nîne, ewa ku niha tê kirin lîstikek kirêt e.
Basnews
