• Wednesday, 25 February 2026
logo

HPGê nasnameya 3 gerîlayan aşkere kir

Gulan Media February 10, 2022 Nûçe
HPGê      nasnameya 3 gerîlayan aşkere kir

HPGê nasnameya 3 gerîlayan aşkere kir ku di êrişên artêşa Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastin Gel (HPG) ku baskê serbazî yê PKKê ye daxuyaniyek belav kir û nasnameya 3 gerîlayan aşkere kir.

Li gor daxuyaniya HPGê Sibata 2016an di encama êrişeke artêşa Tirkiyê de li herêmên dikevin nav sînorên Başûrê Kurdistanê, yek ji wan fermandar 3 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan.

Nasnameya gerîlayan:

Yeserîbe Kayra bi nasnav Amara Nazlican ji Êlihê - Fermandar
Muzeyyen Elînç bi nasnav Dunya Rojhat ji Sêrtê
Çîmen Ogrû bi nasnav Avaşîn Cûdî ji Şirnexê
HPGê di daxuyaniya xwe de amaje bi wê kiriye, artêşa Tirkiyê “7 sal in bê navber êrişî hêzên me dike” û balê dikişîne ser girîngiya xebata wan gerîlayan û sersaxiyê ji malbatên wan re dixwaze.

Ev di demekê de ye ku taybet piştî têkçûna proseya çareserkirina pirsa Kurd di sala 2015an de, qonaxeke nû ya şer û pevçûnan di navbera artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê de destpê kir.

Artêşa Tirkiyê bi hinceta `hebûna gerîlayên PKKê` jibilî  Bakur, li nav axa Başûrê Kurdistanê jî operasyonan dike û berdewa, navçeyên sînorî bombebaran dike.

 

Rudaw

Top