Cenazeyê leşkerê Kurd piştî 36 salan radestî malbata wî hat kirin
Cenazeyê serbazekî Kurd piştî 35 salan li malbata wî hat vegerandin. Haşim Ezîz Nadir di şerê Îran-Iraqê de winda bûbû. Li gel rûfatan (hestî), radyoyek jî radestî malbata wî hat kirin ku serbazê Kurd li gel xwe biribû.
Şerê bê serkeftî
Di ser şerê Iraq û Îranê de ku 8 salan berdewam kir û bêyî aliyek serbikeve bidawî bû, 42 sal derbas bûn. Di şerê di navbera salên 1980-1988 de zêdetirî milyonek kes bûn qurbanî. Ji ber ku şer li herêmên sînorî bû, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ziyaneke mezin dîtin.
Heta niha nayê zanîn ka hejmara leşkerên Kurd ên di artêşên Iraq û Îranê de çend bû û çend ji wan jiyana xwe ji dest dan.
Haşim Ezîz Nadir ku xelkê gundê Qutan ê Kerkûkê ye, bi yasaya leşkeriya neçar di heyama şerê li gel Îranê de sala 1986an de bo artêşa Iraqê hat wergirtin û heman salê di wî şerî de winda bû.
Piştî 36 salan
Malbata Haşim Ezîz Nadir ti zanyarî derbarê çarenivîsa wî de nebûn, lê piştî 36 salan cenazeyê Haşim Ezîz Nadir di nav wan cenazeyan de hat dîtin ku Îranê radestî Iraqê kirine.
Rûfatên Haşim Ezîz Nadir li Besrayê radestî birayê wî hatin kirin û li Goristana Rehîmawa ya Kerkûkê bi axê hatin veşartin.
Nacî Ezîz ku salekê ji Haşim Ezîz Nadir ê birayê xwe biçûktir e, piştî bi dehan sal lêgerîn û çaverêkirinê, li gel rûfatên birayê xwe, radyoyek jî wergirt ku Haşim Ezîz Nadir li gel xwe biribû.
Radyoya serbazê Kurd
Nacî Ezîz dibêje, birayê wî dema ji malê derket bo leşkeriyê, ji bo ku agahdarî dawî pêşhat û nûçeyan bibe, radyoyek jî li gel xwe bir û diyar kir, ew radyo jî li gel rûfatan radestî wî hat kirin.
