• Wednesday, 25 February 2026
logo

Grubekî boriya neftê li sînorê Hewlêrê kun kiribû hate girtin

Gulan Media February 10, 2022 Nûçe
Grubekî boriya neftê li sînorê Hewlêrê kun kiribû hate girtin

Rêveberiya polîsê neft û gazê grubekî ku boriya neftê li sînorê Hewlêrê kun kiribû girt û yek ji wan tewanbaran jî xwedî nasnameya dijeteror a Silêmaniyê ye.

Polîsê neft û gazê bi daxuyaniyekî ragehand: ‘’Duh şeva 08. bo 09.02.2022 demjimêr 01:30ê hêzên me karîn grubekî diziya neftê û kun kirina boriyên nefta Herêma Kurdistanê li gundê Doleze ya nahyeya Quştepe ya li sînorê parêzgeha Hewlêrê, bigre û ew tewanbara di dema pêkanîna wî tewanî de hatin girtin. Ji 3 kesan pêkdihatin û kurd in. Dest li ser tankerekî plaqa wê ya Iraq – Silêmanî hat danîn û boriya nefta Herêma Kurdistanê kun kiribûn û bi xurtimekî ve neft li tankerê bar kiribûn.’’

Hat ragehandin: ‘’Yek ji tewanbaran xwedî nasnameya rêveberiya giştî ya dijeteror a Silêmaniyê ye û ew tewanbar radestî dadgeha taybet hatin kirin.’’

Polîsê neft û gazê hemwelatiyên herêma Kurdistanê piştrast jî kirin ku hêzên wan berdewam di amadebaşiyê de ne ji bo rêgiriya li diziya çavkaniyên dahat û dewlemendiya aboriya Herêma Kurdistanê.

 

Rudaw

Top