• Wednesday, 25 February 2026
logo

Dadgeha Fransayê cîhadîstê Êzidî ceza kir

Gulan Media February 10, 2022 Nûçe
Dadgeha Fransayê cîhadîstê Êzidî ceza kir

Dadgeha Fransayê roja Sêşemê 12 sal cezayê girtîgehê li welatiyekî Fransî-Ermenî ku bi eslê xwe Êzidî ye, bi tawana endamtiya grûpeke cîhadî li Sûriyê birî.

Artyom Aloyan ê ku 33 sal berê li Ermenîstanê ji dayik bû, di sala 2002'an de koçî Fransayê kir û piştre bû hemwelatiyê wî welatî. Aloyan di sala 2012an bû misilman û tevlî grûpa cîhadîst El Nusra bû. Aloyan paşê derbasî Tirkiyê bû û du mehan ji grûpê rahênan dît û di meha Tebaxa 2016an de li parêzgeha Hatayê hat girtin.

Aloyan piştî ku di sala 2016an de li Sûriyeyê di encama gulebarana tankekê de birîndar bûbû çûbû Tirkiyeyê.

Dozgeriya Fransayê Aloyan bi "Tevlîbûna tora sûcê" sûcdar kir. Di dadgehkirina roja Sêşemê de wî qebûl kir ku di nav refên El-Nusra de şer kiriye, lê red kir ku ew grûp terorîst e. El Nusra li Ewropa û Amerîkayê di nav lîsta rêxistinên terorîs de ye.

Li gorî daxwaza Serdozgeriya Fransayê ku diyar kiribû cezayê herî zêde yê sûcekî wiha 30 sal e, Dadgeha Cezayê Giran a Parîsê 12 sal cezayê girtîgehê lê birî.

Serdozger David Hale di dema eşkerekirina biryarê de got “Dadgeha Cezayê Giran a Parîsê di sûcê ku Artyom Aloyan pê tê sûcdarkirin de berpirsyariya xwe eşkere kir.”

Herwiha David Hale lê zêde kir û dibêje “Hêjayî bibîrxistinê ye ku terorîstiya rêxistina Eniya El-Nusra ku girêdayî El-Qaîde ye û kiryarên tund ên cîhadî bi taybetî yên ku li Iraq û Sûriyê pêk anîne, di nav tiştên din de bi kiryarên hovane û êrîşan diyar dibin.”

Aloyan di sala 2016'an de li Tirkiyeyê 4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, lê bêyî ku cezayê xwe temam bike, ji bo Fransayê hate vegerandin.

El Nûsra di sala 2012an de li Sûriyeyê hat avakirin û li dijî hêzên hikûmeta Sûriyeyê şer dike. Grûpa cîhadî ji aliyê gelek welatan ve ku Amerîka jî di nav de, weke grûpeke terorîst hatiye binavkirin. El Nusra gelek caran navê xwe guhertiye.

 

Rudaw

Top