Li Ranye rojnamevanek hat kuştin
Li bajarê Ranye yê Herêma Kurdistanê rojnamevanek hat kuştin.
Berdevkê polîsê Ranye, Şoriş Îsmaîl ji BasNewsê re got, şeva borî xortek li ser banê xaniyê xwe bi çek hat kuştin.
Wî efserê polîs her wiha got, heta niha em nizanin çawa hatiye kuştin. Gelo bi xwe gule li xwe daye yan jî ji aliyê hinekan ve hatiye kuştin.
Li gorî agahiyên BasNewsê, ew kesê hatiye kuştin, navê wî Şiwan Elî ye ku li melbenda YNKê ya Ranye karê wênegiriyê dikir.
Basnews
