Erdogan spasiya Nêçîrvan Barzanî kir
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, ji bo peyama silametiyê ya derbarê pêketina Coronayê de spasiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û hevjîna wî Emine Erdogan 5ê Sibatê bi Coronayê ketin.
Peyama Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, 6ê Sibatê li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û hêviya silametiyê bo Erdogan û hevjîna wî xwest.
Nêçîrvan Barzanî ragihand, “Hizir û duayên min bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û hevjîna wî re ne, ku testa wan a Coronayê pozîtîv derketiye. Ji bo wan û hemû kesên bi Coronayê ketine hêviya silametiya bilez dixwazim."
Rudaw
