Serokwezîr Mesrûr Barzanî û cîgirê serokwezîrê Qeterê gotûbêjeka telefonî pêk anîn
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û cîgirê serokwezîrê Qeterê bi telefonê behsa pêwendiyên her du welatan kirin.
Vê êvarê 8ê, Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qeterê Şêx Mihemed Bin Ebdurehman Al Sanî telefona Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir.
Di pêwendiya telefonî de li ser rewşa giştî ya Iraqê û navçeyê û pêşvebirina pêwendiyên navbera Qeter û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.
Herdu alî hevnêrîn bûn li ser pêşvebirina zêdetir a pêwendiyan, bi taybetî di warê bazirganî û veberhênanê de.
