• Wednesday, 25 February 2026
logo

Çavdêrekî Iraqî: Hoşyar Zêbarî dê piştî biryara dadgehê wek hevrikekî bihêz vegere

Gulan Media February 9, 2022 Nûçe
Çavdêrekî Iraqî: Hoşyar Zêbarî dê piştî biryara dadgehê wek hevrikekî bihêz vegere

Çavdêrekî siyasî dibêje, hinek aliyên siyasî dixwazin kandîdê PDKê Hoşyar Zêbarî li ber çavê hevpeymanên PDKê reş bikin da ku ew jê sar bibin û dengê xwe nedin wî.

Çavdêrê siyasî yê Iraqî, Xalib El Deimî ji BasNewsê re got, kandîdbûna Hoşyar Zêbarî li ser biryara dadgeha federal ya Iraqê maye. Eger ew giliyên ku li dijî wî hatine tomarkirin, bên redkirin wê çaxê dê wek hevrikekî bihêz vegere nav hevrikiya serkomariya Iraqê.

Xalib El Deimî her wiha got, rewşa ku niha heye di berjewendiya pêkanîna hikûmeta piranî de ye. Piştî hilbijartina serkomar hikûmeta nû dê di demek kurt de were pêkanîn.

Li ser kempênên reşkirina Hoşyar Zêbarî jî wî çavdêrê Iraqî got, armanca wan ew e Zêbarî li ber çavê hevpeymanên PDKê reş bikin da ku dengê xwe nedin wî.

Dadgeha federal ya Iraqê ji ber çend dosyeyan, kandîdbûna Hoşyar Zêbarî bi awayekî demkî daye sekinandin.

 

Basnews

Top